Hüseyin Demirci
22 Tebax 2026•Rojanekirin: 22 Tebax 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê dirûna ceh dest pê kir.
Cehê ku di meha Gulanê da li herêma Sariqamîşê li bilindahiya 2 hezar û 200-2 hezar û 500 metreyî û li ser rûbereke nêzîkî 110 hezar dekarî hatiye çandin, di meha Tebaxê da tê berhevkirin.
Li gundên Alîsofu, Hamamli, Asboga û Bozatê ku lê çandinî ji ber zivistaneke dijwar û dirêj dereng mabû, cotkar bi makîne û traktorên mezin ceh diçinin.
Hin cotkar hê jî amûrên çandiniyê yên bi rêbazên kevneşopî, wekî çengelên ku bi hespan têne kişandin, bi kar tînin.
Dîmenên dronê ew xebatên li zeviyan tomar kirin ku tê da îsal ji ber baranên zêde berhem zêde bûye.
Nesîm Gokê Serokê Odeya Çandiniyê ya Sariqamîşê diyar kir ku îsal li gorî sala borî rewş baş e.