Serhat Tutak
05 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2026
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di îlonê da mehane ji sedî 1,84, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 2,07 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 29,73, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 27,38.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha îlonê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 31,49, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 27,81 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 1,84, YÎ-UFE ji sedî 2,07 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 29,73, di bihayê hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 27,38.