Mertkan Oruç
03 Îlon 2026•Rojanekirin: 03 Îlon 2026
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha tebaxê da mehane ji sedî 1,84, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 2,57 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da ji sedî 31,51 û di bihayê hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 27,95 hat qeydkirin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, tê dîtin ku bihayê xerîdaran ji sedî 31,79 û bihayê hilberînerên navxweyî jî ji sedî 27,76 zêde bû.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 1,84 û YÎ-UFE jî ji sedî 2,57 zêde bû.
TUFE di meha tebaxê da li gor meha çileya paşîn a par bû ji sedî 22,07, li gor heman mehê ya par jî bû ji sedî 31,51.
YÎ-UFE jî li gor çileya paşîn a 2025an bû ji sedî 20,88, li gor tebaxa par jî bû ji sedî 27,95.
Piştî eşkerekirina daneyên enflasyonê rêjeya zêdebûna kirêyan jî eşkere bû. Di îlonê da rêjeya zêdebûna kirêyên xanî û kargehan wek ji sedî 31,79 hat diyarkirin.