Nihat Kavşut
21 Tebax 2018•Rojanekirin: 25 Tebax 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê di eydê da eleqeyeke mezin ji bona "dolmeya parsû" heye.
Li herêmê dolmeya parsû ji parsûyê rastê yê berxan tê çêkirin û çêkirina wê bi saetan diajo. Ji bona dolmeya parsû di eydê da eleqeyeke mezin heye.

Di nav dolmeyê da behîv, birinc û goştê hûrhûrî heye ku jê ra dibêjin "xaşû". Piştî ev melzeme dikevin navê parsû tê dirûtin û demeke dirêj tê pehtin.
Dolmeya parsû rojek berê yan jî ber destê sibehê tê amadekirin û xelk zehf jê hez dike.

Abdulkadîr Akçayê 30 sal e aşpêz e der barê çêkirina dolmeya parsû da ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Akça diyar kir di eydê da eleqeyeke mezin ji bona dolmeya parsû heye.

Aşpêz Abdulkadîr Akça diyar kir parsûyê herî baş ji parsûyê rastê yê heywan derdikeve û wiha got: "Heywan li aliyê çepê mexel tê, loma jî goştê li çepê hişk e. Goştê li aliyê rastê nerm e. Çêkirina dolmeya parsû qederê 3 seet diajo. Em nav parsû vedikin û 'xaşû'ya hatiye amadekirin dikin navê û peyra parsû didirûn û diavêjin ber agir."

Gunay Berbercumayê restorana wî heye jî destnîşan kir mêvanên tên bajêr xwarinên herêmê dixwazin û got em bi taybetî xwarinên wiha çêdikin û wiha dewam kir: "Bi taybetî dolmeya parsû dixwazin. Herkes nikare çêke. Bi taybetî jinên Mêrdînê xweş çêdikin. Di Eyda Qurbanê da li Mêrdînê ev xwarin tê çêkirin."
