Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Di êrîşên artêşa DYAyê yên li dijî Îranê da ku şeva borî derdora Tengava Hurmuzê û deverên cuda yên welêt hedef girtin, herî kêm 3 kes hatine kuştin.
Çapemeniya Îranê piştî ku DYAyê şeva borî pêla nû ya êrîşan ragihand, agahiyên herî dawî li ser deverên hedefgirtî parve kirin.
Li gorî van agahiyan, artêşa DYAyê bi giranî deverên cîranên Tengava Hurmuzê û deverên cuda yên welêt hedef girtin.
- Êrîşên li Bûşehr û Hurmuzganê
Di daxuyaniya Parêzgeha Bûşehrê da hat destnîşankirin ku di êrîşên DYAyê da bajarê Bûşehrê ku santrala nukleerî lê ye û her weha navçeyên Cem û Deştî hedef hatin girtin.
Di daxuyaniyê da agahî li ser ziyanên canî û madî da, nehat dayin.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, ji ber êrîşên DYAyê 2 teqînên cuda li Bendar Ebas, parêzgeha Hurmuzganê, li başûrê Îranê hatin bihîstin.
Giravên Ebû Mûsa û Kîş li Kendava Farisî û Girava Qeşm, ku li ser Tengava Hurmuzê dinêre, di şevê de jî bûn hedefa êrîşên DYAyê.
- Li Girava Keşmê 3 kes hatin kuştin
Di êrîşa sibehê ya li dijî Girava Keşm da, xaniyek hate hedefgirtin, di encamê da 3 endamên heman malbatê hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyeke ji Navenda Rêveberiya Krîzê ya Parêzgeha Hurmuzganê da hat destnîşan kirin ku ji ber êrîşan li hin deverên Girava Keşmê qutbûna elektrîkê çêbûye, lê pirsgirêk ji hêla tîman va hatiye çareserkirin.
- Parêzgehên Xuzistan û Farsê jî hatin hedefgirtin
Her wiha li Abadana bajarê parêzgeha Xuzistanê ya li bakurê Kendava Besreyê û li ser sînorê Besreyê li Iraqê, teqîn hatin ragihandin, lê tu hûrgiliyên êrîşê nehatin dayîn.
Li gorî agahiyan, parêzgeha Farsê ku li navenda Îranê ye, jî bûye hedefa êrîşan.
Di daxuyaniya ji Walîtiya Farsê da hat destnîşankirin ku bajarên Kazerûn û Feraşbendê di sibehê da di êrîşên DYAyê da bûne hedef.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşan de tu qurbanî yan zirara madî çênebûye û rewşa herêmê vegeriyaye rewşa asayî.