23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku konvoya polêsên eskerî ya Rûsyayê kete Kobaniya li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê da agahiyên li ser geşedanên dawîn ên li gor peymana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 22yê cotmehê da îmze kirin diqewimin hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku konvoya polêsên eskerî ya Rûsyayê ber bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê derkete rê û wiha hat gotin: "Polêsên eskerî yên Rûsyayê ew ê li herêmên nêzî herêma Herekata Kaniya Aştiyê li dewriyeyê bigerin û alîkariyê bidin vekişîne hêzên Kurd."
Di daxyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya peymana li Soçiyê hat îmzekirin da gavên li ser rojhilatê Feratê hatin avêtin û wiha hat gotin: "Konvoya polêsên eskerî kete Kobaniya li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê. Rayedarên Ûris ew ê bi nûnerên rêveberiya herêmî ra werin ba li ser mijarên ji bo temamkirina wezîfeyê biaxivin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu îro li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) gotibû, "Li Kobanî jî tev, Rûsya û rejim ew ê terorîstên YPG/PKKyî bişînin 30 kîlomêtre binê sînor, sîlahan ji herêmê paqij bikin."