29 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2019
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ji bo kesên di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî va hat kirin da birîndar bûn alîkarî bê kirin, balafira xebatkar û alavên tenduristiyê tê da bû gihîşte Mogadîşuyê.
- Tirkiye bilez tevgeriya
Li Mogadîşuyê duh serê sibê bi wesayîta bombebarkirî va êrîşeke terorê hatibû kirin.
Piştî êrîşa terorê balafireke eskerî ya Hêzên Fermandariya Hewayê ya bi "keleha difire" tê binavkirin û tîpa wê A400 e bi tîmeke ji 20 xebatkarên UMKE û cerahiyê pêk tê di saet 23.00an da ji Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê rê ketibû ku here Mogadîşuyê.
Hatibû daxuyandin ev tîm wê li Somaliyê birîndaran derman bike û kesên giran birîndar bûne jî wê ji bo dermankirinê bîne Tirkiyeyê.