Zeynep Rakipoğlu,Mehmet Yusuf Melikoğlu
22 Mijdar 2023•Rojanekirin: 22 Mijdar 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbûn, "Danezana Hevpar a Civîna Duyem a Hevkariya Pilebilind a di Nêv Komara Tirkiyeyê û Komara Demokratîk a Gelê Cezayîrê da" îmze kir û her wiha di navbera herdu welatan da di warên cuda da 12 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
Piştî hevdîtina rûbirû ya li Qesra Serokomariya Cezayîrê, Serokomar Erdogan û Serokomarê Cezayîrê Tebbûn serokatiya Civîna Duyem a Hevkariya Pilebilind a Tirkiye-Cezayîrê kirin.
Piştî civînê di hizûra Erdogan û Tebbûn da merasima îmzekirina peymanan hat lidarxistin û di merasimê da di warên cuda da 12 peyman hatin îmzekirin.
- Di navbera AA û Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê da peymana hevkariyê
Ji peymanên hevkariyê yek jî di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê da hat îmzekirin.
Ji hêla Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz û Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê Samir Gaîd, "Peymana Hevkariyê ya di Navbera Ajansa Anadoluyê û Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê da" hat îmzekirin.