Hamdi Yıldız
11 Gulan 2021•Rojanekirin: 12 Gulan 2021
Îsraîlê duh bişev êrîş birin ser Xezeyê û di êrîşan da jimara kesên ku şehîd bûn derket 43, jimara birîndaran jî 296 ye.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê hat dayîn, di êrîşên dawîn da sê kesên din jî hatin kuştin û jimara kuştiyan bi tevahî derket 43.
Ji ekîbên Parastina Sivîlan rayedarekî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, kesên ku vê axiriyê li rojavayê Xezeyê di malekê da hatin kuştin, ji 3 şêniyên malê yên hatine kuştin yek jê jin e, yek jî Filistîniyekî astengdar e.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya beriya vê daxuyaniyê da ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê da 12 jê zarok 43 kes şehîd bûn, 296 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê duşemê derengiyê şevê daxuyandibû ku wan li dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî ya bi navê "Mihafizê Sûran" da destpêkirin.