Abdullah Tel
19 Hezîran 2020•Rojanekirin: 20 Hezîran 2020
Pisporên teqemeniyê yên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) guleya topê ya ku milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt li paytext Trablusê avêtibûn mizgeftekê û hê neteqiyabû, îmhe kirin.
Li herêma Selahadînê ya başûrê paytext guleyeke topê ya 155 mîlîmetreyî ji hêla ekîba Îmhe û Keşfê ya Madeyên Teqemeniyê ya Hêzên Hewayî ya Tirk va hat îmhekirin.
Pisporên teqemeniyê piştî hildana tewdîrên ewlehiyê guleya topê derxistin dervayî hewşa mizgeftê û di çalekê da teqandin.
Her wiha ji ber teqîn û êrîşan jî di hundirê mizgeftê da zirar û ziyan çêbûye.