Esat Fırat
26 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2023
Serokatiya Parastina Sivîl ya Cezayîrê daxuyand hemû şewatên daristanê yên li bakurê welêt yên ku bûn sedema mirina 34 kesan hatin vemirandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya serokatiyê da wiha hat gotin: "Hemû şewatên daristanê hatin vemirandin, xebatên parastin û sarkirinê dewam dikin."
Li 11 bajarên bakurê Cezayîrê di 23yê Tîrmehê da li daristanan şewat derketibûn û 34 kes miribûn.
Serokatiya Parastina Sivîl duh daxuyandibû li 8 bajaran 15 cihên ku şewat lê derketibûn xebatên vemirandinê dewam dikin.