Ahmet Dursun
28 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2022
Li Tehrana paytextê Îranê li herêma Dawud a li ser Îmamzadeyê ji ber barana gur û lehiyê 6 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor televizyona dewletê ya Îranê duh êvarê li Tehran û dora wê baraneke gur barî.
Ji ber baranê lehî rabû, li herêma Dawud a li ser Îmamzadeyê ji ber barana gur û lehiyê 6 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Ji bo kesên di lêhiyê da ro da çûne bên dîtin xebat dewam dikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Ehmed Wahidî bi Serokê Hîva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîwend, Waliyê Tehranê Muhsîn Mansurî, Şaredar Elî Riza Zakanî û rayedarên Navenda Rewşa Acil ra civîneke derasayî kir.
Serokomar Îbrahîm Reîsî jî ji bo ku xebatên xelaskirinê bi lez bên meşandin û alîkariya welatiyên di lehiyê da mexdûr bûne bê kirin telîmat da Wezareta Karên Navxweyî, Walîtiya Tehranê û Hîva Sor.