Önder Beyter
23 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Li girava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê, li kampa penaberan Moria ku qedera 2 hefte berê di şewatê da bi temamî şewitî, dîsa şewateke piçûk derket.
Şêniyên giravê ber bi nîvro gava çav bi dûyê ku ji ser kampa penaberan quloz bû ketin, xeber dan ekîbên îtfaiyeyê.
Li ser îxbarê, ekîbên îtfaiyeyê hatin ciyê bûyerê û di kurtedemekê da agir temirandin.
Li Yewnanistanê kampa penaberan Moria ya li Mîdîlliyê ku timî bi şertên xirab tê rojevê, 9 îlonê di encama şewatên ku ji milên cuda dest pê kiribûn, bi temamî şewitîbû.
Beşeke mezin a penaberên ku ji ber şewatê belayî giravê bûbûn, li kampa berwext a Karatepeyê hatibûn bicihkirin.