Ömer Koparan
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
L Şama paytextê Sûriyeyê nêzî avahiya Wezareta Turîzmê 2 teqîn çêbûn û di teqînan da 18 kes birîndar bûn û di nav da 4 wezîfedarên ewlehiyê hene.
Li gor nûçeya ku SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê spart Wezareta Karên Navxweyî, li Şamê nêzî Wezareta Turîzmê du teqîn çêbûn û 4 polês jî di navê da 18 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li ser kolaneke herî qerebalix a paytext Şamê bombeyên ku di minîbus û konteynerekê da hatibûn bicihkirin, teqiyan.
Hat gotin ku teqîn nêzî otela ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lê dimîne, çêbû.
Dema ku teqîn çêbû, Macron li Qesra Serokomariyê bû û bi Serokomar Ahmed Şara ra hevdîtin dikir.