Haydar Şahin
17 Adar 2020•Rojanekirin: 19 Adar 2020
Xulam Huseyn Îsmaîliyê Berdevkê Daraza Îranê diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hetanî nika 85 hezar kesên di girtîgehan da bi destûr şandin malên wan.
Îsmaîlî li Tehrana paytext bi rêya vîdeokonferansê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê giştînameya dibêje girtiyan ji bo tedîrên dijî Kovîd-19ê bişînin malên wan da agahî da.
Îsmaîlî destnîşan kir ku di girtîgehan da bi tenê hin sûcdarên ewlehiyê man û wiha got: "Ji sedî 50yê girtiyên ji ber sûcê ewlehiyê radizên jî ji vê destûrê îstifade dikin."
Îsmaîlî diyar kir ku hetanî nika 85 hezar kes bi vê giştînameyê berwext şandin malên wan.