Önder Beyter
22 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2020
Serokê Dewleta Rûsyayê Valdimir Putîn û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas bi têlefonê li ser meseleya Filistînê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Qesra Kremlînê, Putîn bi Ebas ra bi têlefonê axivî.
Di axaftinê da peywendiyên dualî û hevkariya têkoşîna djiî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin gotûbêjkirin.
Di peywendiya ku meseleya Rojhilata Navîn hat axaftin da Putîn bal kişand ku ew amade ye di serdema pêş me da jî piştigiriyê bide çareseriya adil û mayînde ya meseleya Filistînê.
Herdu serokan her wisa li hev kir ku hevdîtinên di astên cuda da bidomin.