Nihat Kavşut
12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2019
BRUKSEL (AA) - Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov, "Tu dewlet di şerê dijî DEAŞê da ciyê Tirkiyeyê nagire. Tirkiyeya ku ji hêla jeostratejîk va digihîje du parzemînan tengavan kontrol dike. Li herêmeke bêîstiqrar dijî DEAŞê şer dike."
Borîsov li baregeha li Brukselê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra axivî û di daxuyaniya çapemeniyê da pesnê Tirkiyeyê da.
Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov li ser pirsa Bulgaristan di NATOyê da wê ciyê Tirkiyeyê bigire yan na got ku Bulgaristan hewl nade ku ciyê tu dewletekê bigire.
Borîsov destnîşan kir tu dewlet di şerê dijî DEAŞê da ciyê Tirkiyeyê nagire û wiha got: "Tirkiyeya ku ji hêla jeostratejîk va digihêje du parzemînan, tengavan kontrol dike. Li herêmeke bêîstiqrar dijî DEAŞê şer dike."