Önder Beyter
11 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2019
"Keleha Şeytîn" ku li Çildira navçeya Erdexanê li serê zinarên li naverasta Kanyona Karaçayê ye, bi barîna berfê xemilî.
Keleha Şeytîn ku van demên dawîn nexasim li ser medyaya civakî gelekî navdar bûye û her demsal bala turîstên biyanî û xwemalî dikişîne, zivistanê jî eleqeya ziyaretvanên ji parêzgehên cîran kişand.
Keleha ku li serê zinarên li naverasta Kanyona Karaçayê ye, piştî ketina berfê reng û dîmeneke sipehî wergirt ku gelekî dişibe kartpostalan.
Welatiyên dixwazin keleha li serê zinar û latên asê ziyaret bikin, bi wesayîtên xwe tên heta ciyekî nêzîk û ji wir şûnda jî peya dimeşin kelehê.
Welatiyên tên kelehê, piştî ku ji xwe ra digerin û kelehê dibînin, îja dest bi kişandina wêneyên kanyona bi spî xemilî û ciyên dîrokî dikin.
Welatî Taner Guner di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bi ketina berfê ra Keleha Şeytîn dîmeneke pir xweşik wergirt.
Guneş bal kişand ku ew li ciyên dîrokî wêneyên zehf rind dikişîne û wiha dewam kir, "Bi qasî ku me pêşbînî dikir, ev der hê bedewtir e, barîna berfê jî herwiha dîmeneke xweş daye hem kelehê û hem jî kanyonê. Divê teqez herkes were dîtina vê derê. Em li kelehê geriyan û me wêneyên xweşik kişandin."
Welatî Fatih Taş jî diyar kir ku ev cara yekemîn e ew hat Keleha Şeytîn û wî keleh gelekî eciband.