Emrê malbatên koçer bi pezçêrandinê ra derbas dibe
Malbatên ku jiyana koçeriyê dimeşînin da ku heywanên xwe li cihên baştir biçêrînin, her sal bi kîlometreyan rê diçin û bi mehan li zozanan dimînin
Rıdvan Korkulutaş, Bülent Temiz
07 Îlon 2026•Rojanekirin: 07 Îlon 2026
photo: Rıdvan Korkulutaş / AA
BINGÖL
Malbatên ku jiyana koçeriyê dimeşînin da ku heywanên xwe li cihên baştir biçêrînin, her sal bi kîlometreyan rê diçin û bi mehan li zozanan dimînin.
Malbatên ku kevneşopiya koçeriyê didomînin, para herî mezin a jiyana xwe ya ku bi heywandariyê ra dibihurînin, li ser rêyan derbas dikin.
Malbatên ku bihar û havîna xwe li devên rêyan û her wiha li zozanan di konan da derbas dikin, tevî astengiyên dijwar ên çûnûhatinê, hêwirînê û şert û mercên guherbar ên avûhewayê, jiyana koçeriyê didomînin.
Koçer ji bo keriyên xwe ji heywanên beyanî ên ku car caran rîskê çêdikin biparêzin jî têdikoşin û her wiha bi heywanên ku xwedî dikin jî piştgiriyeke girîng didin sektorê.
Koçerên ku bi germbûna hewayê ra tevî birên pez ji Şanliurfa, Elezîz û Diyabekirê tên Zozanê Gozukarayê yê raqim 2 hezar û 500î yê li Karliovaya navçeya Bîngolê, nêzîkî 4 mehên salê di konan da derbas dikin.
Wêne : Rıdvan Korkulutaş/AA
Barê herî giran ê jiyana koçeriyê jî li ser milê jinan e. Jinên ku nava rojê bi zarokên xwe ra mijûl dibin, şîr didoşin û dikin penêr û her wiha xwarinê çêdikin û kincan dişon.
- "Jiyana koçeriyê zehmet e, cîhekî me yê mayinde nîne"
Ji koçeran Alî Akalinê 57 salî ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku zozanê ew lê ne ji bo heywandariyê pir guncan e.
Akalin diyar kir ku jiyana koçeriyê ji bav û kalan maye û ev yek dê nifş bi nifş berdewam bike.
Akalin destnîşan kir ku ew ji bo heywanên xwe derketine zozanê û wiha got:
"Emrê me li dû keriyan derbas bû. Kalikên me ev pîşe kirine, em jî dikin. Jiyana koçeriyê zehmet e, cîhekî me yê mayinde nîne, em her sal wiha ne lê em hîn bûne. Em zivistanê li Elezîz, Diyabekir û Şanliurfayê derbas dikin. Ji ber ku havîna wê hênik e, em pezê xwe tînin Zozanê Gozukarayê yê li navçeya Karliovayê. Pezê me li vir bi awayê herî xwezayî diçêre û tê xweyîkirin. Bi vî rengî jî dibin xwediyê goştê herî bi kalîte. Ji bo hilberîna penêr em şîr didin mandirayê. Em berhemên şîr dişînin Karliova, Elezîz û Erzinganê, goşt jî dişînin bajarên rojavayê."
Wêne : Rıdvan Korkulutaş/AA
- "Xwedîkirina heywanan şev û roj berdewam dike"
Haci Akalin jî diyar kir ku ew tevî kurê xwe û 5 keçên xwe hatiye zozan.
Akalinê 60 salî anî ziman ku li zozan 800 serî pezê wî heye û wiha axivî: "Em pir cefayê dikişînin lê ji bo nanê xwe em mecbûr in. Nanekî rehet û hêsan nîne. Li vir gur, hirç, mar hene. Kûçikên me hem me hem jî keriyên me diparêzin. Li zozan xwedîkirina heywanan şev û roj berdewam dike."
Suphan Akalina 33 salî ya dêya sê zarokan jî diyar kir ku karên li zozan sibê zû dest pê dike û heya êvarê berdewam dikin.
Akalinê anî ziman ku ew hem bi endamên malbatê hem jî bi heywanan ra mijûl dibin û wiha got:
"Em sibê zû di saet 05.30î da radibin, karê me heya êvarê didome. Ez wekî bûk hatim vê malbatê. 6 sal in ez bi vî rengî dijîm. Pir zehmet e lê ji bo debara xwe em mecbûr in vî karî bikin."