İbrahim Yaldız
23 Hezîran 2025•Rojanekirin: 27 Hezîran 2025
ÎBRAHÎM YALDIZ - Îsal ji bajarên cuda 507 mozvan hatin Deşta Mûşê ya ku yek ji navendên girîng ên mozvaniyê ye.
Mozvanên ku zivistana xwe li herêmên germ derbas kir, bi germbûna hewayê ra hatin Mûşê û seba xêr û bereketê berê xwe dan Deşta Mûşê.
Deşta Mûşê ji aliyê gîha û pincarê va cihekî dewlemend e û ava wê paqij e. Ji bo van taybetiyên deştê heta niha ji bajarên cuda 507 mozvan hatin û li deştê bi cih bûn.
Hilberînerên hingiv kewarên mozan bi wesayîtan anîn û li deverên ku nebatên endemîk lê zêde ne, danîn.
Mozvan wê demekê li deştê bimînin û paşê derkevin zozanên bilind ku hingivê herî baş bi dest bixin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Necattîn Gonç diyar kir ku Mûş bi zozanên serê çiyê û floraya xwe ya nebatan va seba mozê hingiv cihekî girîng e û wiha dewam kir:
"Bajarê me seba mozvaniya geroke jî pir kêrhatî ye. Ji bo mozvaniya geroke cihê me baş e. Bi taybetî bajarên Ordu û Muglayê di serî da ji Diyarbekir, Şanliurfa û Batmanê mozvanên geroke tên bajarê me. Li gorî daneyên sala 2025an 507 mozvan bi nêzî 155 hezar kewarên xwe va li bajarê me bi cih bûne û dikarim bêjim ku ev pêvajo berdewam e."