Abdullah Söylemez
20 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Li Agiriyê berf dibare û bager çêbû.
Li bajêr berfa ku 3 roj e dem demî dibare, serê sibê kire bager.
Li ser rêya Agirî- Erziromê li taxa Çemê Saricanê û Bihûreka Çiyayê Sacê bager çêbû.
Ji ber bagerê û qeşaya li ser rê çêbû şofêran zehmetî kişand.
Hatin û çûyina wesayîtan ji ber berf û bagerê dem demî rawestiya.
Tîmên Şeftiya Şaxa 123yemîn a Rêbejayê ji bo berfê paqij bikin dixebitin û xoyê direşînin.