İbrahim Toprak
10 Îlon 2025•Rojanekirin: 16 Îlon 2025
Li Batmanê 104 serî pezê ku winda bûn, bi drona cendirmeyan hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li ser êxbara ku li gundê Kayabaşiyê yê li ser navendê 101 mih û 3 bizinên Fuat Akbulut winda bûn, ekîbên cendirmeyan li herêmê xebata lêgerînê da destpêkirin.
Di lêgerînê da dron jî hat bikaranîn û bira pez li nêzî gundê Kosetarlayê hat dîtin.
Cendirmeyan 104 heywan teslîmî xwediyê pez kirin.