İbrahim Atmaca
09 Adar 2021•Rojanekirin: 09 Adar 2021
Hat ragihandin ku li Bîngolê bi lerza 4ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) hat dayîn, di saet 11.20î da li navenda Bîngolê bi lerza 4ê erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7,30 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Bîngolê hat dayîn, li gor tesbîtên ewil tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihiştiye mal û milk û wiha hat gotin, "Xwedê miletê me ji her cure afat û mûîbetan mihavze bike."