Hilmi Tunahan Karakaya, Günay Nuh
05 Mijdar 2026•Rojanekirin: 05 Mijdar 2026
Li Çiyayê Palandokenê yê Erziromê û Erdexanê berf ket.
Li navenda bajarê Erziromê duh êvarê baranê dest pê kir û li deverên bilind jî berf ket.
Bi ketina berfê ra pîstên jorîn ên navenda xweşiqitandinê ya li Çiyayê Palandokenê spî bûn.
Li deverên bilind ên çiyê jî mij ket erdê.
Li Erdexanê jî li deverên bilind berf ket.
Bi ketina berfê ra cihên bilind ên navbera Erdexan û Artvînê spî bûn.