Abdullah Tel
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
AGRI
Li Agiriyê minareya mizgefta ku di bin ava bendava rûyê wê cemed girtiye da maye balê dikişîne.
Piraniya gundê Başçavuşa ku bi qasî 18 kîlometre ji navendê dûr e di bin ava Bendava Yaziciyê da maye û ji şêniyên gund jî gelek kes ji wir veqetîne.
Mizgeft û malên li gund jî di bin avê da mane lê avê hê jî di ser mînareya mizgeftê ra neavêtiye.
Di mehên havînê da xwe gihandina mînareyê ji ber avê zehmet e lê di mehên zivistanê da ji ber ku rûyê bendavê cemed digire xwe gihandin gelek hêsan dibe û bala ziyaretvanan dikişîne.
Minareya li ser bendava qeşa girtî mîna xencerekê dabe der xuya dike û bi xweşikiya xwe jî bala wênekêşan tûrîstên xwemalî û biyanî dikişîne.
- "Ji bo dîtina minareyê turîst tên gund"
Ji şêniyên gundê Başçavûşê Abdurrahman Beşerê 70 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî çêkirina bendavê û pêşî li avê girtinê mizgeft û hin malên gund di bin avê da man.
Beşer destnîşan kir ku ew dema li minareya ser avê mêze dike rojên berê tên pêş çavên wî û wiha pê da çû: "Piştî ku bendav hat çêkirin piraniya şêniyên gund ji vê derê bar kirin. Minare pir xweş xuya dike, havînê ev der gelekî xweş e û ji bo minareyê bibînin jî turîst û welatî tên bajêr û seyranê dikin. Dema ez li minareyê mêze dikim rojên min ên berê yên li gund tên bîra min û ez bêriya wan dikim. Bi tenê minare maye. Rûyê bendavê qerisî û minare li ortê ma. Pir xweş xuya dike."
- "Dîmenekî pir xweş derketiye meydanê"
Çetîn Çelîkê ku ji bo wêneyê minareyê bikişîne hatiye gund jî got ku minareya di nav ava bendavê da maye zivistanê zêdetir xweş xuya dike û wiha dewam kir: "Dîmenên bendava rûyê wê qerisiye gelekî xweş in. Em jî tevlî hevalên xwe tên û li vê derê wêneyan dikişînin. Me zivistan wekî fersend hesiband û bi zanatî hatin vê derê û dîmenê li meydanê gelekî xweş e."