Abdullah Tel
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Li Beşîktaşa navçeya Stenbolê ji ber barana gur û bahozê darek ji qurma xwe şikest û ekîbên şaredariyê mudaxale kirin û dar jêkirin.
Li gor agahiyên hat hildan dareke çinarê ya ser Kolana Dolmabahçeyê ji ber ba û bahozê ji qurmê xwe şikest û bi ser dareke din da ket û li hewa ma.
Haya meqamên rayedar hat pêxistin û li ser vê ekîbên şaredarî û polêsan hatin cihê bûyerê. Polêsan şirîta ewlehiyê kişandin û rê ji herdu aliyan va ji çûn û hatinê ra girtin.
Li ser tewdîrê ekîbên şaredariyê bi motora birekê va qurmê darê jêkirin û anîn xwarê. Dar kete ser rê û ekîbên şaredariyê ew bi motora birek va hûr hûrî kirin û ji ser rê rakirin.
Ekîbên şaredariyê paşê rê paqijkirin û li wesayîtan vekirin.
Ji hêla din va li navçeya Zeytînburnuyê jî darek bi ser rê da ket û bi hewl û xebata ekîbên şaredariyê ew jî ji rê hat rakirin.
Li seranserê Stenbolê baran û bahoza ku duh ji serê sibehê va dest pê kiribû car caran tesîra xwe zêde dike.