Here naveroka bingehîn
  • Perwerdehî

    Dibistan sibê dikevin betlaneyê

    Pêşdibistan, dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîse sibê dikevin betlaneyê. 17milyon û 559 hezar û 989 xwendekar wê 3 mehan tetîl bikin.
    11 Hezîran 2015
    Dibistan sibê dikevin betlaneyê
    ANKARA
     
    Pêşdibistan, dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîse sibê dikevin betlaneyê. 17milyon û 559 hezar û 989 xwendekar wê 3 mehan tetîl bikin.

    Wezîrê Perwerdeya Netewî Nabî Avci wê li Anqereyê di Dibistana Koran a Mîtat Enç bi merasimê ve karnameyên xwendekaran bide.

    Ji bilî mezûniyetê di betlanê de ezmûn qeydên nû jî wê hebin.

    Xwendekarên ku qeyda lîseyê bikin û beşdarî Ezmûna ji Perwerdeya Bingehîn Derbasbûna Perwerdeya Navîn (TEOG) bûne jî wê di 24ê hezîranê de bi eşkerekirina encamê ve qeyda xwe lîseyan bikin.

    Ezmûna Bicîhkirina Lîsansê (LYS) ya ku xwendekarên lîseyê bikevnê ku perwerdeya zanîngehê bibînin jî wê di navbera 13-14 hezîran û 20-21 hezîranê de çêbibe.

    - Heyama nû

    Dibistanê di 14ê îlonê roja duşemê dest pê bike. Betlaneya ewil jî wê di 25ê çileya paşîn de dest pê bike û 5ê sibatê de biqede. Heyama duyem jî wê di 8ê sibata 2016an de dest pê bike.

    related_topics:
    pêşdibistanbetlane
    news_share

    news_share_descriptionsubscription_contact

    subscription