Selma Kasap
12 Adar 2023•Rojanekirin: 13 Adar 2023
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyand ku ezmuna navend ya di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da wê di 4ê Hezîrana 2023yan da bê kirin.
Wezîr Ozer di daxuyaniya xwe da wiha got: "Emê ezmuna navend ya di çarçoveya LGSyê da di 4ê Hezîrana 2023yan da bikin. Ez ji niha va ji hemû xwendekarên me yên ku wê bikevin ezmunê ra serkeftinê dixwazim."
Ozer got ji ber erdhejên navend Kahramanmaraş yên di 6ê sibatê da çêbûn biryar hatiye dayîn ku di ezmuna LGS 2023yan da der barê mijarên heyama duyem ya pola 8emîn da pirs neyên pirsîn.
Wezîr Ozer daxuyand ku rêbera der barê ezmunê da wê sibê li ser malpera înternetê ya "www.meb.gov.tr"yê bê weşandin.