İbrahim Atmaca
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 19 Sibat 2019
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Hejmara Sûriyeyiyên ku di nav hizûr û aramiya piştî operasyonên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê da vegeriyan 311 hezar û 968 kes in."
Soylu li Avahiya Pêvek a Xizmetê ya Wezareta Karên Navxweyî beşdarî "Civîna Danasînê ya Bernameya 6emîn Konferansa Wezîran a Pêvajoya Budapeşteyê" bû.
Soylu diyar kir, bi statuya parastina navneteweyî li Tirkiyeyê 3 milyon û 644 hezar û 342 Sûriyeyî hene û wiha pê da çû:"Hejmara koçberên bêdestûr ên ku hatin girtin jî di sala 2018an da 268 hezar û 3, di pênc hefteyên ewil ên 2019an da jî 16 hezar û 523 kes in. Hejmara Sûriyeyiyên ku di nav hizûr û aramiya piştî operasyonên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê da vegeriyan 311 hezar û 968 kes in."