Türkan Tosun
15 Sibat 2021•Rojanekirin: 16 Sibat 2021
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê 13 welatiyên ku li Garaya Iraqê hatin şehîdkirin û ji ber ku welatên Rojavayî der barê vê yekê da dengê xwe nakin da bertek nîşan da û wiha got: "Hişmendiya terorîstê min nebaş e, terorîstê te baş e dewam dike."
Çavuşoglu şev li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê mijarê da peyameke Tirkî û Îngilizî weşand.
Wezîr Çavuşoglu wiha got: "Tevgara Rojavayê ya der barê terorîzmê da dualî ye û bi hişmendiya terorîstê min nebaş e, terorîstê te baş e va dewam dike."
Qasî 5 saetan a piştî vê peyama Çavuşoglu Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo 13 welatiyan peyama sersaxiyê weşand.