ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Em tim li hember kesên ku zirar û ziyan dan, zirarê didin yekîtiya neteweyî û dijminatiyê dikin, sekinîn û em tim wek kelheyekê li piya bisekinin."
Davutoglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran a Berfireh a 98an de axivî.
Davutoglu di axaftina xwe de destnîşan kir ku do bi Serokên Bajaran ên AK Partiyê yên Başûr û Rojhilatê Anadoluyê re hatiye bal hev û bal kişand ser zirarên ku di çalakiyan de çêbûn û wiha got: "Em ê bi verastkirineke zagonî ji vandalan hesabê cihên ku xera kirine wergirin."
Davutoglu der barê gotinên Kiliçdaroglu de jî wiha got: "Serokê partiya mixalefetê hefteya borî çi got, digot 'Ev îxaneteke mezin e ku em deriyên xwe ji milyon û nîvek penaberên Sûriyeyê re vekin.' Niha ez dipirsim, di şexsê we de ji hemû Tirkiyeyê dipirsim, ez ji kesên ku hişmendiya ensar bi wan re heye dipirsim, ev xwedîlêderketina emaneta ensar e yan îxanet e? Ey Kiliçdaroglu, heger me deriyên xwe bigirtana, ev îxaneta mezin bû ji bo mirovahiyê."
Davutoglu wiha dewam kir: (Kiliçdaroglu) Hedê xwe nizane û di daxuyaniyên xwe yên do û îro de dibêje 'Li Tirkiyeyê dewlet û partî ketine nav hev.' Mebesta wî heyama AK Partiyê ye. Dîroka tirka nizane, dîroka mirovahiyê nizane, dîroka Kerbelayê nizane, qet nebe dîroka CHPyê bizanibe. Di sala 1936an de Wezîrê Karên Navxweyî li vî welatî bû Sekreterê Giştî yê CHPyê. Tenê CHPyê dewlet û partiyê tevlihev kir û kir heman astê."
Davutoglu di axaftina xwe de wiha got: "Ji bo rihê hicretê çi hewce bike, berdêla wê çi dibe bila be em ê heta hetayê rihê Medîneyê biparêzin."