ANKARA
Lijneya BDP û HDPyê ya Îmraliyê der barê hevdîtinên li Îmraliyê de daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bila ji bilî daxuyaniyên rûtîn ên piştî hevdîtinan raya giştî baweriya xwe bi tu şirove û nûçeyan neyne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro di hin malperan de bi navê "Zabitnameyên Îmraliyê" nûçeyên ne rast derketine û ev nûçe bêbingeh û derew in. Nûçeyên bi vî rengî ji aliyê kesên ku ji îradeya aştî û çareseriyê aciz in ve tên belavkirin û perçeyekî şerê psîkolojîk e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bila ji bilî daxuyaniyên rûtîn ên piştî hevdîtinan raya giştî baweriya xwe bi tu şirove û nûçeyan neyne.