ÎSTANBÛL
Di şandeyê de parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hebû û ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çûn girava Îmraliyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên partiyê hat bidestxistin şande di saet 10.30an de çû giravê. Di şandeyê de cîgirserokên koma BDPê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, ji HDPê jî parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder heye.