Li Mêrdîna ku şopên gelek şaristaniyetan hildigire, bi destpêkirina hênikbûna hewayê ra liv û tevgera geştiyariyê zêde bû.
Mêrdîn ku ji bilî geştiyariya baweriyê bi mîrasa xwe ya dîrokî û çandî ya dewlemend va bala mirovan dikşîne, di nav rotayên geştiyariya yên salên dawîn da cihê xwe yê bijarte diparêze.
Bajarê ku mizgeft, medrese, dêr û xaniyên wê bi neqişandin û xêzandina keviran hatine çêkirin, mazûvaniya mêvanan dike. Geştiyarên xwemalî û biyanî li herêmên ku avahiyên dîrokî lê ne, derdikevin keşfa dîrokê.
Geştiyarên ku li cihên giring ên mîna Muzeya Mêrdînê, Medreseya Qasimiye û Zincîriyeyê, Dêra Zaferanê û Bajarê Kevnare yê Darayê digerin, derfetê dibînin ku teşeya dîrokî û çandî ya dewlemend a bajêr ji nêz va bibînin.
Li bajêr ku bi taybetî dawiya heftiyê liv û tevger zêde dibe, geştiyar li kolanên dîrokî digerin û wêneyan dikişînin û ji dikanên ku berhemên herêmî tên firotin, tiştan dikirin.
Serokê Komeleya Otêlkar û Geştiyaran a Mêrdînê Seçkin Acar ji nûçegihanê AAyê ra ragihand, li bajarê ku nêzîkî 120 otêl lê hene, bi hênikbûna hewayê ra rêjeya tijebûna otêlan zêde bûye.
Rêbera geştiyaran a profesyonel Berfin Ceylan Iratçi ku ji bajarên Deryaya Reş geştan tîne Mêrdînê jî diyar kir ku ew her heftê bi awayekî rêkûpêk geştan tînin herêmê.
Iratçiyê ragihand ku ew bi komeke mêvanan a ji ku 47 kesên ji Samsun û Tokatê hatine pêk tê ra hatine Mêrdînê û diyar kir ku bajêr bi taybetî di vê serdemê da eleqeyeke mezin dibîne.
Galip Can Çelen ê ku ji Orduyê hatiye jî destnîşan kir ku cara yekem e ew serdana Mêrdînê dike û gelekî jê hez kiriye.
Nazli Yaren Yılmaz a ku ji Samsunê hatiye jî anî ziman ku Mêrdîn bajarekî gelekî bedew û cihê ye.