Ömer Yıldız
15 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2026
Li Edeneyê barana gur barî û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr ji ber barana ku destê sibê dest pê kir û gur bû, li navçeya Seyhanê li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.
Ji ber baranê şofêran wesayîtên xwe bi zehmetî ajotin, welatiyan jî tengasî kişand.
Hin welatiyan hewl dan qapaxên rogaran vekin da ku av vekişe.