Ali Osman Kaya, Mikail Bıyıklı
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Di merzelê Arif Ahmet Denizolgun da yê ku di sala 2016an da li mala xwe ya li Beykozê xwîn çûbû ser mêjî û miribû, miemeleya "fetha qebrê" (vekirina gorê) hat kirin.
Di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ya "fetha qebrê" da Cîgirê Serdozger, dozgerê komarê, pisporên Saziya Tiba Edlî (STE) ya Stenbolê û ekîbên lêkolîna cihê bûyerê serê sibê çûn ser merzelê Denizolgun a li Goristana Karacaahmetê.
Dû ra tîmên polêsan derdora goristanê û gora Denizolgun bi bariyeran girtin û tevdîrên ewlehiyê yên qewîn wergirtin. Li hin beşên goristanê jî ketina hûndir û derketina derva hat qedexekirin.
Piştî ku gora Denizolgun ji hêla wezîfedaran hat vekirin, hin parçeyên cinazeyê wî hatin derxistin û ji bo lêkolînê, bi wesayîta veguhastina cenazeyan birin STEyê.
Her wiha piştî ku miemeleyên fetha qebrê ku nêzî 4 saetan ajotin bi dawî bûn, ekîb ji goristanê çûn.
Piştî lêkolîna ku dê li STEyê li ser cenazeyê were kirin, der heqê sedema mirina Denizolgun da raporek dê were amadekirin.
- Çi qewimîbû?
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da hatibû diyarkirin, bi îdiaya mirin û otopsiya Arif Ahmet Denizolgunê ku di Îlona 2016an da wefat kiribû bi guman e, gilî hat kirin.
Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin, di çarçoveya bendên têkildar ên Qanûna Dadgeha Cezayê da biryara fetha qebrê hat dayîn ku ji bo tesbîtkirina sedema rastîn a mirina mirî, jinûva vekolîn were kirin.