Emrullah Cesur, Aykut Karadağ
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Li paytext Enqereyê berî Zîrweya NATOyê ku dê di 7-8ê Tîrmehê da bê lidarxistin, li tevahiya bajêr xebatên amadekariyê berdewam in.
Herêmên ku zîrwe dê lê bê lidarxistin di serî da, li guzergehên protokolê xebatên verastkirin û nûkirina dorhêlê tên kirin.
Di vê çarçoveyê da li rexê rêyan xebatên peyzaj û baxçeyên stûnî tên kirin.
Li ser rêya balafirgehê li hin cihan panel û bîllboardên bi dîmen û peyam ên têkildarî zîrweyê hatin bicihkirin û her wiha li ser derwazeyên ser û binî jî xebatên xemilandina dîwaran tên kirin.
Fatih Çetinê ku di ekîba verastkirina baxçeyê stûnî li Bulwara Ozal da wekî endazyar peywirê tîne cih, destnîşan kir ku di çarçoveya Zîrweya NATOyê da li hin cihan amadekarî tên meşandin û ew jî bi vê minasebetê tevî ekîbên xwe şev û roj dixebitin ku xebatên peyzajê bi zîrweyê ra bigihînin.