Zafer Fatih Beyaz
22 Îlon 2026•Rojanekirin: 22 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Kosovayê Albîn Kurtî qebûl kir.
Serokomar Erdoganê ku ji bo 81emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, li Mala Tirkan (Turkevi) hevdîtinên xwe didomîne.
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Kosovayê Kurtî ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da ya ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettin Duran, Serşêwirmendê Serokomar ê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê Akif Çagatay Kiliç û Wekîlê Serokê Lijneya Ewlekarî û Polîtîkayên Derva ya Serokomariyê Çagri Erhan jî amade bûn.