Fatih Gazioğlu
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ku tê birêvebirin de, der barê 11 rêvebirên Yekîtiya Hekîman a Tirkan de biryar binçavkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li gor qanûna bi hejmara 3713an tê meşandin de ji bo 11 rêvebirên Yekîtiya Hekîman a Tirkan biyara binçavkirinê da.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Bajêr a Ewlehiya Enqereyê ji bo binçavkirina 11 rêvebiran xebat dan destpêkirin. Xebatên binçavkirin û lêgerînê Enqere navend li 8 bajaran didomin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Raşît Tukelê Serokê Yekîtiya Hekîman a Tirkan jî di nav de 8 rêvebir hatin binçavkirin.