30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyonên ser rêxistina terorê da, Zamanî Çakmakê berpirsê Nisêbînê yê PKKyê yê navê wî yê kod Hebatkar-Karker hat kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên li herêmê hat hildan, di operasyona Atmaca-7 ya ku li 4 taxên Nisêbîna navçeya Mêrdînê tê birêvabirin da Zamanî Çakmakê berpirsê Nisêbînê yê PKKyê yê navê wî yê kod Hebatkar-Karker hat kuştin. Di çarçoveya operasyonê da 5 kalaşnîkof, tebanceyek, dûrbînek, du roketavêjên tîpa RPG-7an jî hatin îmhakirin.
Hat hînbûn ku Çakmak di sala 1977an da li Karliovaya navçeya Bîngolê ji dayik bûye, di sala 1997an da bi daxwaza xwe tevlî PKK/KCKya rêxistina terorê bûye.
Çakmak di sala 2012an da, wekî Berpirsê Hêza Taybet a Eyaleta Mêrdînê bi navê Derçem Çevrîm dixebitî û ji rêbendana 2016an vir va wekî berpirsê rêxistina terorê ya cihêxwaz li Nisêbînê kar dike. Hat diyarkirin ku navê Çakmak di lîsteya endamên rêxistina terorê yên ku li wan digerin da heye û navê wî di kategoriya "tûranj" da ye.