08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Civîna Waliyan ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî li Mala Wilayetan hat çêkirin da xeberda.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku divê mijara sereke terorê be û wiha got: "Ji kerema xwe divê li bajarên me, li navçeyên me û yan jî li gundên me destûrê nedin ku mijara sereke ya di rojevê da bi tenê teror be. Em heke vê yekê bidomînin bi zanayî yan jî bi nezanî em wê demê xizmetê ji armanca rêxistinên terorê ra dikin. Hewcedariya milet bi moralê heye."
Yildirim did axaftina xwe da ji waliyan ra wiha got: "Ji kar û barên qadê tu yek bê xeletî nayê kirin. Vê ji bîr mekin. Ez yekî wek ji nav van kar û xebatan hatime diaxivim. Heke hûn ji bo kar li gor usûl, şikl yanê bê qisûr bikin, hûnê nikaribin kar bikin. Hûnê ji vana yekê vebijêrin. Gelo hûnê kar bikin an mewzûatê biparêzin? Heke mesele berjewendiyên miletê me welatê me be, xeletiyan bikin; lê xayintiyê mekin. Ji bo xeletiyan cihê me heye; lê cihê xayintiyê tuneye."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku wê li hemû bajaran navenda qeyranê ava bikin û wiha dewam kir: "Misteşariya Serokwezîriyê di serî da emê li hemû bajarên xwe cihekî wek "navenda qeyranê" ava bikin. Yanî di van mijaran da ew kesên ku difikirin li wan neheqî hatiye kirin, emê bibêjin hûn tespîtên xwe bikin û bi wesîleya wê şaxê agahiyan berhev bikin. Bêguman hesabê xelet ji Bexdayê be jî paşve tê. Heke xeletî hatibe kirin, heke karekî ku li gor edalet û hiqûqê nehatibe kirin piştî ev operasyon temam bûn wê bên nirxandin û heke xeletiyek hebe jî wê bê verastkirin."
Yildirim ji bo lêpirsînên der barê FETOyê da wiha wiha got: "Me di serî da qebûl kir ku ev meseleyê ji sedî 100 rast neyê kirin. Ji ber ku rêxistin, rêxistineke girtî ye. Rêxistin ne eşkere ye."
Serokwezîr Yildirim wiha got: "Ji bo ku wijdana civakê aciz neke û kes nebêje 'yaw qet ev jî tê kirin' dibê hûn bi hûrgilî bixebitin. Ez carekê dîsa dibêjim, di vir da pîvana me eşkere ye. Me di serî da got 'pîvan piştî 17-25ê berfanbarê ye, beriya 17-25ê berfanbarê ji bo me girîng nîne.' 17-25ê berfanbarê ew tarîx e ku rêxistinê biryar da ku bi dewletê ra gulaşê bigre. Piştî wê rojê kê têkiliya xwe ya bi wê rêxistinê ra domandibe bi wan ra xebitî be tu carî mezur neyên dîtin û miemeleya mesuman li wan neyê kirin."
Yildirim xitabî waliyan kir û wiha got: "Hûn çawa girîngiyê didin ewlehiyê bi heman awayî girîngiyê bidin cendirmeyan jî. Heger hêza herduyan bigihêje hev wê li bajaran hizûr, aramî û ewlehî çêbe. Heger di navbera herdu saziyan da kordînasyon tunebe valahî çêdibe. Wê çaxê pirsgirêkên mezin derdikevin. Rica dikim di vê mijarê da hesas bin."
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe ya ku ji bo walîyan kir da bal kişand ser mijara têkoşîna dijî terorê û wiha dewam kir: "Hûnê bi şev û bi roj, havîn û zivistanê li pişta stuyê wan bin. Heke hewce bike emê bi rêgezên wan bi wan ra têbikoşin. Emê heman rêgezan bi kar bînin lê divê teqez û teqez em vê mijarê di nav mijarên rojeva Tirkiyeyê da daxin asta herî jêr. Ev yek dibe sedema derengmayîna projeyên me, hewlên me yên pêşketinê paşve dixe û mixabin dibe sedema guherîna hedefên me."
Yildirim diyar kir ku dev ji edaletê bermedin û wiha got: "Prîmê nedin yên ku xeletiyan dikin, bi eşkereyî ciwanên me derdixin serê çiyayan, ciwanên me teşwîq dikin ku herin serê çiyayan û dibin wesîleya mirina ciwanên me yên ter û can, li hemberî vana çi hewce dike, bikin."
Serokwezîr Yildirim wiha xeberda: "Bi biryarnameya di hikmê qanûnê da me der barê şaredariyên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi terorê ra eleqedar in û alîkariyê didin terorê hin guherîn çêkir. Der barê şaredaran da me li bajarên mezin destûrê da Wezîrê Karên Navxweyî û li bajaran jî destûrê da waliyan. Divê mijarê da xwe nedin paş. Rê nedin ku ev wek gule bibare ser polês, cendirme û gundparêzên me. Ev sûc e û wezîfeyeke mezin e û qet xwe nedin paş."
Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Partiya ku îltisaqiya wê bi terorê ra heye derketiye û dibêjê 'Ezbenî heke hûn eleqeya xwe bi van şaredariyan bikin, wiha bikin, emê dest bi liberxwedana sivîl bikin...' Birê min Tirkiye dewleta hiqûqê ye, bila tu kes li qisûrê mêze neke, tu kes di ser hiqûqê da tuneye. Sifetê wî çi dibe bila be, ew dibêjin qey bi mizdana pişta wan kesên ji derveyî welêt, bi hildana çend çekan va dikarin li hemberî vî gelî û dewletê derbikevin? Bila li qisûrê mêze nekin hê jî hesabê wan ê 6-7ê cotmehê li meydanê ye, ewilî divê wî hesabî bidin û paşê jî gotinên wisa mezin parvekirin çi ye wê bibînin. Tirkiye dewleteke hiqûqî ye û ya ku dewleta hiqûqê dike wê bê kirin. Heke dadgeh gazî bike ewê bi wan piyên xwe bê û îfadeyê xwe bide."