23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li tevahiya welêt welatiyan ji bo hewldana derbeyê ya endamên FETO/PDYyê protesto bikin û bertek nîşan bidin derketin qadan.
Piştî hewldana derbeyê ya endamên FETO/PDYyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Edirneyê heta Hekariyê welatiyên Tirkiyeyê alaya xwe hildan û ji bo bertekê nîşan bidin derketin qadan û qadan naterikînin.
Stenbol
Orçun Şekercîogluyê ku li ser Pireya Bogazîçiyê bi guleya leşkeran birîndar bû bi ambulansê anîn Kisikliyê û li ser sedyeyê bangî welatiyên ku nobeta demokrasiyê digirin kir.
Şekercîoglu destnîşan kir ku ji piyê xwe yê çepê birîndar bûye û wiha dewam kir: "Wê şevê dema ku hewldana derbeyê çêbû em çûn ser pireyê û ber bi aliyê Anadoluyê va çûn. Dema em gihîştin wir leşkeran guleyê berdidan ser hevalên me. Me bi keviran êrîşî tankan kir. Leşkeran gule berdan û ez ji piyê xwe birîndar bûm. Heval û welatiyan ez rakirim nexweşxaneyê. Ber destê sibehê dema hevalên min geriyan û ketin hewldana derbeyê bi ser neket ez kêfxweş bûm. Ez ji piyê xwe birîndar bûm, lê bila welat sax be û piyê min here."
Enqere
Kamyonciyan hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) protesto kirin.
Li paytextê xwediyê 50 kamyonî bi alayên Tirkiyeyê va kamyonên xwe xemilandin û hewla derbeyê ya FETOyê protesto kirin.
Sêrt
Li Sêrtê bi hezaran welatî ji bo ku hewla derbeyê ya FETOyê protesto bikin li ser banga rêxistinên civaka sivîl hatin pêşiya walîtiyê û civiyan.
Bi hezaran kesên ku di nav wan da Serokê Bajêr ê AK Partiyê Faruk Ozgur Çalapkulu, Serokê Bajêr ê HUDA PARê Zulfîkar Firat û nûnerên saziyên civaka sivîl hene li pêşiya walîtiyê hatin ba hev.
Di destê welatiyan da alayên Tirkiyeyê hebûn û digotin "Şehîd namirin welat parçe nabe", "Li ser xwe be histû xwar neke", "Li dijî derbeyê pişta hevdu bikin".
Erzirom
Li Kolana Cumhuriyetê ya Erziromê konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pêk tê protesto kir.
Welatiya îlahî û marş gotin û li meydana Yaqutiyeyê kom bûn û li derbeyê lenet kirin.
Gazîentab
Li Gazîentabê bi hezaran welatî hatin Meydana Demokrasiyê û piştî nimêja mexrebê bi dirûşme û pankartan va rêxistina terorê şermezar kirin.
Adiyaman
Li Adiyamanê piştî hewla derbeyê 50 hezar kesên ku li pêşiya walîtiyê kom bibûn hê nobeda xwe didomînin.
Welatiyan sirûdên mehteranê gotin û bertek nîşan dan.
Meletye
Li Meletyeyê welatî li pêşiya Walîtiyê civiyan û li hewla derbeyê ya rêxistina terorê bi dirûşmeyan protestê kirin.
Di çalakiyan da welatiyan bertek nîşanî hewla derbeyê dan û şermezar kirin.
Agirî
Welatî li pêşiya Walîtiya Agiriyê civiyan û ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan slogan avêtin.
Cesîm Gokçeyê parlementerê AK Partiyê yê Agiriyê di axaftina xwe da bi bîr xist ku ji 15ê tîrmehê vir da welatî meydanan vala nahêlin.