09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve tê kirin de 48 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin, 23 hedef jî hatin îmhekirin.
Li gor agahiya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 139emîn a operasyonê de ji bo ku hêzên muxalif El Babê bi dest bixin bomberankirinê dewam kir.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Bzagah, Suflaniyah, Zammar û Amiyahê 23 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin. 10 mewziyên parastinê, 3 baregeh, 10 sitargeh hatin îmhekirin.
Ji hewayê û bejayê bomberabankirinan ve 48 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin.