Elif Orhan
10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
VAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim di çarçoveya temasên xwe yên Wanê de walîtiya Wanê û Serokatiya Bajêr a Wanê ya AK Partiyê ziyaret kir.
Serokwezîr Yildirim ji Balafirgeha Ferît Melen bi otobêsa partiyê ber bi navenda bajêr ve derket rê û di guzergaha xwe de silav da welatî û zarokên li ser rê. Yildirim taximên kişikê diyariyê zarokan kir û li ber avahiya serokatiya bajêr a partiya wî gelek welatiyan pêşwaziya Yildirim kirin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ziyareta ku ji bo çapemeniyê girtî hat kirin silav da xebatkarên rawestgeha taksiyê ya li ber derê serokatiya bajêr û guh da daxwazên welatiyên ku li benda wî ne.
Yildirim pişt re bi otobêsa Serokwezîriyê derbasî Walîtiya Wanê bû. Walî Îbrahîm Taşyapan û protokola bajêr li ber derê walîtiyê pêşwaziya Yildirim kirin. Ziyaret ji bo çapemeniyê girtî bû.
Di ziyaretan de Arîkarê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu û parlementerên Wanê yên AK Partiyê li gel Yildirim bûn.