05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Tetbîqata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di 18ê îlonê da li nêzîkî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya navçeya Şirnexê dabû destpêkirin bi beşdariya leşkerên Iraqê va dewam dike.
Tetbîqata ku 3 kîlomêtro dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê tê lidarxistin, di sewq û îdareya Fermandarê Şaxartêşa 7emîn Tumgeneral Sînan Yayla û emîr û fermanberiya Fermandarê Tûgaya Mekanîze ya 28emîn Tuxgeneral Ahmet Kurumahmut da ye.
Herwihsa tetbîqat bi tevlêbûna yekîneyên Hêzên Çekdar ên Iraqê va dewam dike.
- Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Temel tetbîqat temaşe kir
Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Îsmaîl Metîn Temelê ku hat Silopiyê, hin lêkolîn kirin û tetbîqat temaşe kir.
- Cara 3yemîn tetbîqata şevê kirin
Leşkerên tirk û yên iraqî yên ku bi wesayîtên zirxpoş sewqî qadê kirin, ji bo cara 3yemîn tetbîqata şevê kirin. Piştî tetbîqata şevê leşker bi wesayîtên zirxpoş cardin vegeriyan baregehên xwe.