İsmet Karakaş
13 Îlon 2024•Rojanekirin: 14 Îlon 2024
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li bakurê Iraqê, di operasyonên asîmanî da yên ku di navbera 7-9ê îlonê da hatin lidarxistin, 19 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin:
"Di operasyonên asîmanî da yên ku di navbera 7-9ê îlonê da li bakurê Iraqê, hatin lidarxistin, li Gareyê 10, li Xakurkê 6 û li Qendîlê jî 3 terorîst bi giştî 19 terorîst hatin berterefkirin. Ji bo ku em terorê di çavkaniya wê da biqedînin, emê di operasyonên ji nişkê va, yên xurt û bênavber da berdewam bin."