Fatih Gazioğlu
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Li Bodruma navçeya Muxlayê boteke ku koçberên bêdestûr tê da bûn binav bû.
Di bûyerê da 8 koçber hatin xilas kirin û kesek jî wenda bû.
Li gor agahiyan, tîmên ewlehiya qeraxê li ser îxbareke ku botek li nêzî Akyarlarê binav bûye û alîkarî hewce dike dest bi xebatê kir.
Tîmên qeraxê di demeke kin da gihiştin ciyê bûyerê û 8 kesên li ser behrê asê mabûn xilas kirin.

Tîman, koçberên hatibûn xilaskirin anîn qereqola li bêndergeha Turtgutreîsê.
Tîmên tenduristiyê li vir midaxeleyî koçberên birîndar kirin.
Tîman ji bo kesekî wenda jî dest bi xebatê kir.
Ji bo kesê wenda 3 botên ewlehiya qeraxê û firokeyek beşdarî xebatên xilaskirin û lêgerînê dibe.