İbrahim Atmaca
09 Mijdar 2020•Rojanekirin: 09 Mijdar 2020
Li Bursayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr, li du deverên cuda yên bajêr di heman demê da operasyon kir.
Di operasyonê da 2 bersûcên ku li gor tesbîtê li Sûriyeyê ser navê DEAŞê fealiyet kirine û 9 kesên ku bi hinceta rêxistinê ra têkildar in û ketina welêt ji wan ra qedexe ye, hatin binçavkirin.
Li ewlehiyê kar û barên gumanbaran dewam dike.