Seher Deniz
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 07 Nîsan 2023
Li Çeşmeya navçeya Îzmirê ji ber barîna zîpikê li plaj û kolanan dîmenên cuda çêbûn.
Li gelemperiya bajêr taviya baranê ya serê sibehê dest pê kir vegerand zîpikê. Zîpika li navçeyên Karşiyaka û Çigliyê bo demeke kin barî, li navçeya Çeşmeyê tesîra xwe zêde kir û kuçe, kolan û plaj çîl û spî kirin.
Li navçeya ku berf kêm caran lê dibare, welatî gava hişyar bûn erdê bi zîpikê spîbûyî dît.
Ji ber zîpikê hin wesayît di rê da man, eywana li ber navendeke danûsitandinê tep bû.
Ekîbên îtfaiyeyê midaxeleyî ava ku da ser hin kuçeyan kir.
Şêniyên navçeyê jî digel zarokên xwe li plajan derketin meşê û ji zîpikê gogên berfê çêkirin.
Ji aliyê din va li Plaja Ilicayê ya bi zîpikê spî bû, meriv ketin behrê.