15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê 10 gumanbarên biyanî ku hat tesbîtkirin di nav DEAŞa rêxistina terorê da xebitîne binçav kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda 10 gumanbarên biyanî ku bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bûn bi destê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan gumanbarên biyanî ku hat tesbîtkirin di nav DEAŞa rêxistina terorê da xebitîne piştî kar û barên fermî wê teslimî Îdareya Koçê bikin.
Wek mayîn di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da der barê 8 welatiyên Tirkiyeyê da ku hat tesbîtkirin eleqeya wan bi herêmên şer ra heye biryara binçavkirinê hat derxistin û ekîbên Midûriyeta Dijî Terorê ya Enqereyê 7 gumanbarî binçav kirin.